WASHINGTON
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî Alîstaîr Baskey got: "Tirkiyeya ku mittefîqê me yê NATOyê ye, li hember êrîşên terorîst ên PKKê mafê xwe yê parastinê bi kar tîne. Em bi temamî rêzê nîşanî vê yekê didin."
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî Alîstaîr Baskey li ser operasyonên esmanî yên ku Tirkiye dibe ser rêxistina PKKê daxuyaniya nivîskî da.
Baskey li ser êrîşên PKKê sekinî û wiha got: "Tirkiyeya ku mittefîqê me yê NATOyê ye, li hember êrîşên terorîst ên PKKê mafê xwe yê parastinê bi kar tîne. Em bi temamî rêzê nîşanî vê yekê didin. PKKya ku di nav lîsteya rêxistinên terorê ya Amerîkayê de ye, divê dev ji çalakiyên xwe yên terorîst berde û bi hikûmeta Tirkiyeyê re diyalogê bike."
Baskey wiha dewam kir: "Di heman demê de divê her du alî jî ji bo aştiyeke mayînde li gor 'pêvajoya çareseriyê' tevbigerin. Şiddet, ewlehî û geşedanên li gor ewlehiyê kêrî welatiyên Tirkiyeyê nayê."