HEWLÊR
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Dervê yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier li ser têlefonê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re axivî.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê de hat weşandin de Steinmeier û Barzanî li ser ewlehî û rewşa siyasî ya Iraqê û têkoşîna ku li dijî DÎŞIyê tê dayîn axivîn. Steinmeier got ku welatê wanê alîkariya leşkerî û mirovahiyê ya ku dide rêveberiya Kurdistanê bidomîne.
Barzanî jî ji bo alîkariyan ji hikûmeta Almanyayê re sipas kir û got ku ji bo êrîşên terorê dawî bibin divê alîkariyên navneteweyî dewam bikin.