DIHOK (
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Tony Blînken û Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Brett McGûrk qebûl kir.
Li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hûrgiliyên hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin hatin weşandin. Di daxuyaniyê de cih dan dîtinên Blînken: "Dema ku terorîstên DÎŞIyê êrîş birin ser Herêma Kurdistanê, Serok Obama got divê em 'Hewlêrê' biparêzin. Obama got ku ev berpirsiyariya Amerîkayê ye. Li pêşiya me rêyeke dûr û dirêj heye. Lê em ê bi ser bikevin."
Blînken pesnê berxwedana herêma Kurdistanê ya li dijî DÎŞIyê da û got ku ew "wêrekî û mêrxasiya pêşmergeyan ji nêz ve teqîb dikin."
Blînken ji Barzanî daxwaz kir ku bi baldarî û bêtir organîzebûyî bixebitin û wiha berdewam kir:
"Em hêvîdar in ku artêşa Iraqê jî êdî wekî pêşmergeyan bibe aliyê ku êrîşê dibe ser DÎŞIyê. Em hêvî dikin hikûmeta nû hat damezrandin a HKIyê hêzeke hevpar a ku li hemberî DÎŞIyê şer bike ava bike."
Mesûd Barzanî jî pênaseya DÎŞIyê wekî "rêxistineke hov û terorî" kir û got ji bo ku di berxwedana li hemberî DÎŞIyê de DYA piştgiriyê dide me em serbilind in.
Barzanî got divê iraqî ji bo têkbirina DÎŞIyê tenê li berxwedana pêşmergeyan temaşe mekin, alîkariyê bidin û wiha berdewam kir: "Divê hemû bibin yek û herêma xwe ji DÎŞIyê paqij bikin. Pêşmergeyan vîna hêzên DÎŞIyê şikand. Tu kes wekî berê li DÎŞIyê nanêre û tu kes DÎŞIyê rêxistineke ku tu caran kes nikare têk bibe nanirxîne. Divê irAqî tirsa DÎŞIyê ji ser xwe biavêjin û li hemberî DÎŞIyê şer bikin. Dem dema şer û berxwedanê ye. Divê artêşa Iraqê ji nû ve bê avakirin û bi plan tevbigere."
Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî DYAya ku êrîş bir ser hedefên DÎŞIyê yên Kobanê kir.
Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Tony Blînken û Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Brett McGûrk piştî hevdîtinên li herêmê bi Nêçîrvan Barzanî re jî hatin bal hev.