HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku Kobanêya navçeya Helebê ji destê milîtanên DÎŞIyê hat xilaskirin, sipasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir.
Barzanî di peyama xwe ya ku weşand da wiha got: "Bi wesîleya rizgarkirina Kobanêyê sipasiya gelê Kobanêyê, hêzên pêşmergeyan, şervanên din, gelê Kurdistanê û hemû hêzên ku piştgiriya azadiyê kirin, dikim. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pîroz dikim ku wekî Şingalê û hemû perçeyên Kurdistanê, giringiyê da Kobanêyê. Barzanî hewl da ku hêzên koalîsyonê herin Kobanêyê û çi ji destê wî hat texsîr nekir û hêzên pêşmergeyan şand Kobanêyê."
Barzanî di peyama xwe da sipasiya Tirkiyeyê kir ku destûr da pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin û wiha got: "Ez sipasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dikim ku hewl dan ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin. Heger helwesta wan a merdane nebûya wê pêşmerge derbasî Kobanêyê nebûna. Ez sipasiya hêzên koalîsyonê û DYAyê dikim ku bûn alîkar û çek û cebilxaneya li Herêmê Kurdistanê gihêşt Kobanêyê."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Kobanê li dijî DÎŞIyê bû sembola berxwedanê û got hêviya me ew e ku hemû gundên li dorberê Kobanêyê û herêmên kurdan ên li Iraqê bi temamî ji DÎŞIyê werin paqijkirin.