HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî kuştina Muaz el-Kesasîbeyê (26) pîlotê ji Urdunê şermezar kir.
Barzanî di peyama xwe da wiha got: "DÎŞIya rêxistina terorê bi hovîtî Muaz el-Kesasîbe kuşt. Ez vê bûyera ku DÎŞIyê kir şermezar dikim."
Serok Barzanî serxweşî da Qralê Urdunê Ebdillah û welatiyên Urdunê û wiha pê da çû:
"Muaz bi mêrxasî şehîd ket. Xwîna wan mêrxasên ku ji bo parastina nirxên mirovahiyê li dijî DÎŞIyê şer dikin badilhewa narije. Ew ji bo ewlehiya mirovahiyê û hizûrê mirin. Terorîstê hesabê vê bidin. Encama terorîstan hezîmet û tunebûn e."
DÎŞIyê dîmenên ku dibêjin kesê tê da xuya dike Kesasîbe ye weşand. Di dîmenan da Kesasîbe dixin qefekeseke hesin û agir berdidinê dişewitînin.