Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrîşên rêxistina terorê DAEŞê yên li ser Kobanê şermezar kir.
Barzanî li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîş 'hovane û li dijî mirovahiyê' bi nav kir û wiha got: "Terorîst hê jî li Kobanê birayên me û xwîşkên me dikujin. Ez bangî civaka navneteweyî û hêzên koalîsyonê dikim ku çawa li hember terorîstan alîkariya gelê Kobanê kiribûn, divê cardin alîkariya wan bikin. Hêzên navneteweyî divê gelê Kobanê biparêzin. Divê di tekoşîna li hember DAEŞê de piştgiriyê bidin herêma Kurdistanê."