Yasin Yorgancı
14 Nîsan 2026•Rojanekirin: 14 Nîsan 2026
ANKARA (AA) - Di navbera Amerîka û Îranê da agirbesta berwext çêbû û di mizakereyên 11ê Nîsanê da aliyan li hev nekir. Hat îdiakirin heyetên herdu aliyan dibe ku civîna xwe ya din a rû bi rû roja pêncşemê bikin.
Rayedarên Amerîkî yên ji Associated Press (AP) ra axivîn û xwestin ku navê wan neyê eşkerekirin daxuyandin ku rayedarên Washington û Tehranê dixwazin beriya ku dema agirbesta berwext xelas bibe, ew hevdîtinê bikin.
Rayedaran daxuyand pêvajoya ji bo hevdîtineke nû dewam dike, niyeta herdu aliyan heye û der barê kesên ku wê di heyetê da cî bigirin da agahî nedan.
Hat îdiakirin hevdîtin dibe ku dîsa li Îslamabada paytextê Pakistanê çêbibin, lê navê Cenevreya bajarê Swîsreyê jî di nav îhtimalan da derbas dibe.
Hat îdiakirin heyet dibe ku roja pêncşemê hevdîtinê bikin.