Önder Beyter
05 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ÎZMIR
Derhêner Ruhullah Hicazî yê ku ji bo çalakiya Rojên Fîlmên Îranê hat Îzmirê û Asansora Dîrokî jê ra bû îlham û dest bi projeya fîlmekê kir.
Derhênerê Îranî Hicazî ku wekî mêvanê endamên hîndekariyê yên Beşa Sêwirîna Fîlman a Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Dokuz Eylulê ji bo çalakiya Rojên Fîlmên Îranê hat Îzmirê, der heqê sînemaya Tirk û projeyên ku dixwaze li Tirkiyeyê pêk bîne da daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Hicazî diyar kir ku ew ji nêzîk va sînemaya Tirk dişopîne û derhênerê ji Tirkiyeyê yê ku wî ewil nas kir, Yilmaz Guney e û herwiha fîlmên "Rê" û "Bir" ên Guney pir tesîr li wî kirin. Hicazî bal kişand ku vê axiriyê ew herî zêde Nurî Bilge Ceylan û Semih Kaplanoglu diecibîne.
Hicazî diyar kir ku ew ji eleqeya xwendekarên zanîngehê û herwiha geşta li Îzmirê pir memnûn bû û wiha dewam kir:
"Min enerjiyeke pir baş di xwendekaran da û di Îzmirê da dît. Piştî çalakiyê ez çûm kuçeya ku Asansora Dîrokî lê ye û gelekî kêfa min pê ra hat. Rêberê min ji min ra got 'Li jorê dîmenê bigiştî yê Îzmirê heye, pir xweş e.' Dema em li benda asasorê bûn, keç û kurek hatin. Kurik wê teklifa zewacê bida. Wê kêliyê min ji xwe ra got ku ev ciyekî çawa ye ku însan tên û teklifa zewacê didin hezkiriya xwe. Ez derketim jor û min dît ku dîmeke pir romantîk heye. Li her welatekî bajarek heye ku ciyê evînê ye, Îzmir jî ev der e. Li her bajarekî hêlîna evînê heye ku dildar lê tên cem hev. Min li Asansora Dîrokî ev yek dît."
Alî. Doç. Dr. Sabîre Soytoka endama hîndekariyê ya Beşa Sêwirîna Fîlman a Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Dokuz Eylulê jî destnîşan kir ku derhêner Hicazî projeya fîlmekê pêşkêş kir û ew ji ber vê pir bikelecan bûn û wiha got, "Dema prosedurên pêwîst kuta bibin em ê di meha nîsanê da dest bi xebatê bikin.