ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyê hêzên Esed li giştiyê welêt, operasyonên biçekên giran li dar xistin û di encamê de 42 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (RMMS) ragihand ku di êrîşên hewayî û bejahî yên ji aliyê hêzên Esed ve hatin lidarxistin de li Helebê 14, banliyoyên Şamê 10, Xûmûsê 6, bajarê Derayê 5, Îdlibê 4, Deyrû'z Zorê 2 û Lazkiyê kesek, bi tevahî 42 kes ji muxalifan mirin.
Li gor agahiyên Konseya Şoreşê ya Gişti ya Sûriyê (KŞGS), di nav miriyan de 8 zarok û 7 jin jî hene û li gelek bajarên Sûriyê jî, di navbera Artêşa Sûriyê ya Azad û Artêşa Sûriyê de şer heye.
Di vê navberê de Berpirsiyarê Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyê (KŞGS) Yasîr Ahmet ragihan ku, li derdora navenda girtîgeha Helebê şerê di nav Artêşa Sûriyê ya Azad û Artêşa Sûriyê de jî dewam dike. Ahmet diyar kir ku muxalifên biçek bi topên hawanê êrîşî girtîgehê kirine û xisar dane girtîgehê.
Ahmet ragihand ku li bajaroka Hanasirê di nav muxalif û artêşa Sûriyê de şer derket û di encama şer de gelek leşkerên rejîmê hatin kuştin û Ahmet got: ''Tûgayên muxalifên hevpar, li herêmên Hama û Xûmûsê gelek gund û bajarokan dorpêç û dagir kirin.''
Hat îfadekirin ku êrîşî gelek baliyoyên Şamê jî kirin û di encama êrîşên bi topan de xisar dane gelek avahî û mizgeftan.
Ji aliyê din ve Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku di operosyanên hêzên ewlehiyê yên li bajarên cuda de komên biçek hatin girtin, wesayitên wan hatin şewitandin û çekên wan hatin desteserkirin.