ENBAR
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê ji bo herêma ku di destê DÎŞIyê de paşve bistîne li Ramadiyê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Fermandarê Hêzên Operasyonê yê Enbarê Reşîd Felîh daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Cezîretu el-Buşehaba herêma li ser Ramadiyê ya ku di destê DÎŞIyê de ye operasyonên berfireh dan destpêkirin.
Felîh eşkere kir ku balafirên DYAyê jî ji hewayê piştgiriyê didin operasyonê, hin mewziyên DÎŞIyê ji wan hatin sitendin û zirareke mezin li wan xistin.
Felîh der barê mirî û birîndarên operasyonê de agahî neda.
Ev demek e li Iraqê valahiya otorîteyê heye û ji ber vê yekê jî li gelek herêman di navbera hêzên ewlekariyê û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn derdikevin û DÎŞIyê hin herêm hildan bin kontrola xwe. Balafirên şer ên DYAyê û artêşa Iraqê êrîşî hin baregehên di destê DÎŞIyê de ne dikin.