BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Markel der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de diyar kir ku Îsraîl xwe diparêze û got ku Almanya li pişta Îsraîlê ye.
Merkel li Navenda Çapemeniyê ya Federal a li Berlînê bi rojnamevanan re hat bal hev û pirsên rojnamevanan bersivand. Merkel li ser pirsa der barê Xezeyê de destnîşan kir ku divê helwesta Îsraîlê ji sînor dernekeve û wiha got: "Di destê Hemasê de çekên teze hene. Li dijî kê êrîş were kirin dê xwe biparêze. Almanya li pişta Îsraîlê ye."
Merkel destnîşan kir ku ji pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filistinê de çareseriyeke siyasî lazim e û got ev jî ji modela du dewletî derbas dibe.