14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
BOGOTA
Li Kolombiyayê agirbesta di navbera hikûmet û Hêzên Çekdar ên Şoreşê ya Kolombiyayê (FARC) da heta dawiya salê hat dirêjkirin.
Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê di xeberdana xwe da ku xitabî gel kir û ragihand ku agirbesta ku di 31ê Cotmehê da diqediya heta 31ê Kanûnê hatiye dirêjkirin.
Santos destnîşan kir piştî ku bi pêşengên xwendekaran ên ku li paytext Bogotayê ji bo piştgiriyê bidin peymana aştiyê çalakî organîze kirin ra xeberdaye dema agirbestê dirêj kirine.
Di navbera hikûmet û FARCê da hevdîtinên aştiyê ku dawî li şerê 52 salî anî di Cotmeha 2012an da li Havanaya paytextê Kubayê dest pê kiribû û hatibû îmzekirin. Peymana aştiyê ya dawî li şerê ku 220 hezar kes tê da mirin anî, di 2yê Cotmehê da bi referandûma ku hat kirin bi rêjeya ji sedî 50,2 hatibû redkirin.
Santos ji ber vê layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.