XEZE
Hat ragihandin ku Tevgera Têkoşer a Îslamî teleba "agirbesta însanî" ya ji bo 12 saetan a ku Sekretarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Mûn xwest, qebûl kir.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zûhrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Komên Berxwêder ên Filistînî, teleba agirbesta însanî ya berwext qebûl kirin. Agirbest di saet 08.00an (GMT:05.00) de dest pê kir."
Artêşa Îsraîlê piştî ku agirbest dest pê kir, peyam şand têlefonên destan ên filistîniyan û hişyarî da: "Gelî xezeyiyan heta em hişyariyeke din nedin we, venegerin xaniyên xwe."
Îsraîl ji 7ê tîrmehê vir ve êrîş dibe li ser Xezeyê. Heta niha di encama êrîşan de 884 kes mirin û 5 hezar û 840 kes jî birîndar bûn.