HASEKE-ADEM DEMİR / EMRAH YORULMAZ
Li Sûriyê di nav şerê navxweyî de rageşî kêm nabe. Li aliyekî têkoşîna li hember birêvebiriya Esed, ji aliyê din jî aloziyên ku dewam dikin Suriyan tengezar kiriye. Di van rojên dawîn de li Serêkaniyê pêvçûnên di navbera Eniya Nûsra û PYDê de rageşiyên nû bi xwe re anîn.
Serêkaniyê li hember Ceylanpinara Şanliurfayê ye. Pêvçûnên li Serêkaniyê û Rimelana herêma neftê ya Sûriyê didomin. Rayedarên PYDê jî hewl didin ku "xweseriyê" îlan bikin. Bakurê Sûriyê bi pevçûn û xweseriyê tê rojevê û piraniya bakur kurd in. Tîma AAyê çû bakur û bi kurdên Sûriyî re axivî.
Cihên wek Qamîşlo, Amûde, Dirbêsiyê û Serêkaniyê di bin kontrola YPGya şaxa çekdarî ya PYDê de ne. YPGyiyan deriyên sînorê bajarên Kurdan girtine û kontrola nasnameyan dikin. Gava ku hewce bibînin jî dikarin mirovan ji wesayîtan derxînin, hem wan û hem jî wesayîtên wan bigerin.
PYD endamên xwe yên çekdarî di saziyên ku ji rejîma Baasê vala bûne de, bi cî dike. PYDê xweseriya demokratîk a ku çend sal berê li Tirkiyeyê jî hatibû rojevê, vê carê li Sûriyê anî rojevê. Gotinên "birêvebiriya civakî" û "hikûmeta berwext" bû sedemên berteka Tirkiyeyê. Nîqaşên der barê van gotinan de didomin. Heya niha li bakur li gor bajarên din yên Sûriyê, şîdet kêm bû, kurdên li bakurê dijîn ji ber rewşê ketin fikaran.
Li aliyekî pevçûnên bi Eniya Nûsra re çiqas kêm bibin jî dîsa didomin, li aliyê din jî hefteyek e tevgera Tirkiyeyê ya ku sînorên xwe xistiye bin kontroleke mezin Kurdên Sûriyê ditirsîne. Kurdên ku heya niha ji şîdetê dûr sekinîbûn, ji niha û pê de naxwazin bibin qurbanên vê şîdetê. Kurdên Sûriyê xweserî jî di nav de di gelek mijaran de xwediyê fikrên ji hev cihê ne.
Endamê Lijneya Birêvebiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Nasir Hecî Mensûr got ku kesî xweseriyê îlan nekiriye. Kurdên Sûriyê xweseriya demokratîk ji bo hemû Sûriyê tîne rojevê.
Dr. Nasir Mensûr got ku xeyala welatê kurdan (Kurdistanek) heye lê ev ne rasteqîne ye. Divê welatekî cînar yê wekî Tirkiyeyê ji fobiya kurdan xilas bibe. Çima ku ajandayeke nepen ya kurdên Sûriyê tuneye. Hele hele tevger û atmosfereke ku Tirkiyeyê aciz bike hîç tuneye. Em di nav tevgereke li dijî tirkiyeyê de nînin. Du salan li sînor ji herêma me tu caran êrîş li Tirkiyeyê nehat kirin. Tu zirara me jî nagihe Tirkiyeyê.
Dr. Nasir, nêrînên xwe yên der barê "xweseriya demokratîk" yên ku rayedarên PYDê anîn rojevê de wiha got: "Em ji bo xweseriya demokratîk dixebitin. Ji bo vê armancê di her qadê de saziyan ava dikin. Meclisên me yên bajar û gundan û yekeyên me yên ku asayîşê bi cî tînin hene. Armanca me ya damezrandina dezgehên sivîl ew e ku em xizmetên xwe bi rêk û pêk bigihînin gel. Em tenê Sûriyeke demokratîk dixwazin. Çalakiyên me ji bo pêşnûmaya xweseriya demokratîk û avakirina Sûriyeke nû ye."
Dr. Nasir li ser nîqaşên ala danîna li ser girekî Dirbêsiya nêzî Şenyûrta qezaya Mêrdînê jî sekinî û wiha pê de çû: "Ev tevgereke ne li dijî Tirkiyeyê ye. Tu aliyekî wî yê sembolîzekirina dabeşkirinê jî nîne. Rast nîne ku mirov wateyeke siyasî bide ala ku danîne. Heta yekem qereqola herêmê li ser gira ku ala danîbûn li ser, hat çêkirin. Lê belê piştî nîqaşan me got dibe ku ev yek wek sedemê tehrîkkirina Tirkiyeyê bê nirxandin û me dev ji vê yekê berda."
Nasir diyar kir ku kurdên Sûriyê ji ber dewamkirina pevçûnê dikevin fikarê. Nasir got ku komên îslamî ji texmînên me bi hêztir in. Artêşa Sûriya Azad jî ji komên cur bi cur pêk tên. Neyekbûna muxalefetê dibe sedemên payîdariya rejîmê. Dinya li cihê xwe rûdinê û temaşeyê bûyerên Sûriyê dike, ev yek jî bêtir dibe sedemê dewamkirina kaosa Sûriyeyê. Jixwe çi dibe hemû li gel dibe. Erê ez di dawiyê de naxwazim Sûriyeke parçebûyî bifikirim. Ji ber ku kesek nikare li Sûriyeke parçebûyî bijî.