ÎSLAMABAD
Berdevkiya artêşê yê Pakistanê daxuyanî da û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hêzên ewlehiyê li geliyê Tîraha Heybera ku herêma êşîran e ber destê sibehê êrîş bi ser terorîstan û di êrîşê da 32 milîtan hatin kuştin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di pevçûnê da 3 leşker birîndar bûn.
Wek mayîn hat diyarkirin ku Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerif vê sibehê çû Serokatiya Sererkaniyê ya li Ravalpindiyê û der heqê êrîşa li ser dibistanê ya li Peşawerê û ewlehiya welêt da ji Serokê Sererkaniyê Rahil Şerif û fermandar û rayedarên payebilind agahî hilda.