ENBAR
Hat îdiakirin ku li Enbara bajarê Iraqê di operasyonan de 30 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Fermandarê Operasyonên El Cezîre û Badiyeyê Elî Îbrahîm ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji wan re agahî hatiye ku milîtanên DAEŞê ji bo ku li navçeya Hadîseyê êrîş bikin amadehiyan dikin. Li ser vê balafirên koalîsyonê operasyon birin li ser mewziyên DAEŞê û di operasyonê de 23 milîtan hatin kuştin û 5 wesayîtên leşkerî jî hatin îmhekirin.
Ji hêla din li gor agahiyên ewlekariyê li herêma Heytavînê ya başûrê Felluceyê jî operasyon dewam dikin û di pevçûnan de 7 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.