Di daxuyaniya ku ji aliyê Lîwayên Qassamê ve hat kirin de hat gotin yekîneyeka ku ji 12 milîsan pêk dihat ket kozikên leşkerên Îsraîlê û kemîn danîn.
Daxuyaniyê wiha dom kir: "Mucahîdên me li 4 herêmên cuda kemîn danîn û bi qasî 6 saetan bi hêviya hêzên dijmin sekinîn. Di vê demê de hêzên me dikaribûn êrîşî niştecihên herêmê bikin lê bi tenê bi hêzên dijmin re şer kirin."
Hat destnîşan kirin ku dema wesaîtên dijmin gihîştin herêmê hêzên Lîwayên Qassamê girtin ser wan û di şer de 6 leşkerên îsraîlê mirin û milîsekî can da.
Hat diyar kirin ku Lîwayan li herêma Er-Reyyanê jî girtin ser kozikên dijmin û 5 leşkerên Îsraîlê jî li wê derê kuştin.