Kesên ku di êrîşa rêxistina terorê DAEŞê ya Kobanê de birîndar bûn li Tirkiyeyê tên tedawîkirin.
Li navenda Kobanê pevçûna di navbera DAEŞ û hêzên kurd de car caran zêdetir dibe.
Serê sibê bi wesayîtên bombebarkirî ve du êrîşên xwekujiyê hatin kirin û hin pevçûn çêbûn. Li gor agahiyên ewil di van bûyeran de 17 kes mirin. Tê texmînkirin ku hejmara miriyan zedetir bibe.
134 kesên ku di êrîşan de birîndar bûn ji ser xeta sînor anîn Tirkiyeyê. Birîndar di serî de Sirûc, di nexweşxaneyên Rihayê de tên tedawîkirin.
4 birîndarên ku rewşa wan giran bû jî li Sirûcê mirin. Cesedê wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.