NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban got ku Îran dê beşdarî Cenewre-2yê nebe. Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS) eşkere kir ku dê beşdarî Cenewre-2yê bibe.
Berdevkê Sekreterê Giştî Martîn Nesîrky, di daxuyaniya ku da rojnamevanan de got ku Sekreterê Giştî Ban dixwaze ku hemû aliyên ji bo aştî û çareseriyê hewl didin, beşdarî civîna navneteweyî ya li Montroyê dê bê kirin, bibin. Ban bi vê armancê Îranê jî vexwend da ku beşdarî konferansê bibe.
Nesîrky got ku Ban bi têlefonê bi rayedarên payebilin ên Îranî re axiviye. Nesîrky da zanîn ku rayedarên Îranî dixwazin ku Konferansa Cenewre-2yê li ser şertên ku di Cenewre-1ê de hatin qebûlkirin bê kirin û di vê mijarê de Ban jî qanî kirin.