09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ÎDLIB
Hêzên rejima Esed êrişî Îdliba li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê kirin, di êrişê da 4 sivîl hatin kuştin û gelek kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku ji ekîbên parastina sivîlan hatin standin, 2 teyareyên rejima Esed bombe li ser Kefer Nubula li başûrê Îdlibê barandin. Di êrişê da 2 zarok, jinek, bi tevahî 4 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji ber bombeyê xisareke mezin çêbû.
Rejima Sûriyeyê hefteya borî jî êrişî Kefer Nubulê kiribû û di êrişê da 6 sivîl hatibûn kuştin.
Di garantoriya Tirkiye û Rûsyayê da 30yê Kanûna Paşîn a 2016an agirbest hatibû îlankirin, hêzên rejimê pirî caran agirbestê îxlal dikin.