Önder Beyter
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
YALOVA
Li Gundê Samanli yê Termala navçeya Yalovayê di hundirê vîllayekê da hêzên ewlekariyê der heqê cinayeta Cemal Kaşikçi da dest bi xebata lêgerînê kirin.
Ekîbên polês û cendirmeyan ku ketin vîllaya li kêleka rê ya ku du qatî ye û baxçeyeke wê ye fireh heye, tedbîrên berfireh ên ewlekariyê standin.
Ekîbên ku di navê da lêkolîna ciyê bûyerê jî heye, bi beşdariya seyên dedektor va ketin hundirê vîllayê û dest bi lêgerînê kirin.
Xebatên lêgerînê ku drone jî tê emilandin dewam dikin.
Ji bo ku di bîra li baxçeyê vîllayê da lêgerîn bê kirin, wesayîta agirkûjê anîn.