Çand û huner

Vê hefteyê 9 fîlm ketin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 3 jê xwemalî, 9 fîlm ketin vîzyonê.

Türkan Tosun  | 06.02.2020 - Rojanekırın : 09.02.2020
Vê hefteyê 9 fîlm ketin vîzyonê

Istanbul

 Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 3 jê xwemalî, 9 fîlm ketin vîzyonê.

Fîlma "Xeyalên Nuwaze" a derhênerê wê Omer Faruk Yardimci ye wê derkeve pêşberî sînamehezan.

Cureya fîlmê komedî ye, serlîstikvanê fîlmê jî Omer Başdogan e. Di fîlmê da behsa mêrikekî dixwaze bibe helbestvan û hevalê wî yê menajertiya wî dike, tê kirin.

- "Dayikên Me"

Fîlma "Dayikên Me" wek namzeda Oscarê ya Belkçîkayê hat hilbijartin.

Derhênerê fîlmê Cesar Dîaz e, lîstikvanên fîlmê jî Armando Espîtîa, Emma Dîb, Aurelîa Caal, Julîo Serrano Echeverrîa û Victor Moreîra ne.

Fîlm behsa şerê navxweyî ya li Guatemalayê ya ji 200 hezarî zêdetir kes miribûn dike. Di fîlmê da antropologekî çîroka malbata xwe lêkolîn dike heye û behsa wî tê kirin.

- "Avên Reş û Tarî"

Serlîstikvanên fîlmê Mark Ruffalo û Anne Hathaway in.

Cureya fîlmê biyografî ye.

Di fîlmê da behsa çîroka parêzerekî tê kirin ku ew razeke tarî ya şirketeke mezin a dinyayê derdixe holê.

- "Çûkên Dirinde û Harley Quînnê Nuwaze"

Lîstikvanên fîlmê Ewan McGregor, Margot Robbie, Mary Elizabeth Winstead û Rosie Perez in.

Cureya fîlmê aksiyon e.

Lehengê fîlmê "Harley Quinn" ji Jokerê vediqete û beşdarî Black Canary, Huntress û Dedektîf Renee Montoya dibe.

Ew hewl didin Cassandra Cain ji destê Black Mask xelas bikin.

- "Zarokê Şekir"

Lîstikvanê Amerîka Shîa LaBeouf ji jiyana xwe sûd wergirtiye û senaryoya vê fîlmê nivîsandiye.

Fîlm behsa têkiliya lîstikvan û bavê wî dike. Di fîlmê da zarokatî û xortaniya wî, derûniya wî û têkiliyên wî yn bi bavê wî ra tên behskirin.

Derhêner Alma Har e.

Lîstikvanên fîlmê Shîa LaBeouf, Lucas Hedges, Noah Jupe, Natasha Lyonne, Maika Monroe, FKA Twîgs û Byron Bowers in.

- "Sîxurên Super"

Cureya fîlmê animasyon e.

Sîxur Vladimir û Hector hewl didin madeya Radiuziteyê ya ku hatiye dizîn bibînin.

Çêkerên fîlmê şirketeke Fransa û Çînê ye.

Derhêner Zhiyi Zhang û Guillaume Ivernel in.

Monsieur Poulpe, Davy Mourier û Karen Strassman deng dane lehengan. Dublaja Tirkî jî ji hêla Harun Can, Alî Çorapçi û Hakan Akin tê kirin.

- "Perî"

Derhêner Can Evrenol, senarîst Kutay Ucun e.

Lîstikvanên fîlmê Denîzhan Akbaba, Elîf Sevînç, Ozgur Cîvelek, Mehmet Yilmaz Ak, Kaan Alpdayi û Sermet Yeşîl in.

Cureya fîlmê macera û fantastîk e.

- "Kabûs"

Derhênerê fîlmê Joe W. Nowland e.

Cureya fîlmê tirs e.

Di fîlmê de jinekê hemû malbata xwe kuştiye. Psîkiyatrîst Phîllîp sedema van kuştinan lêkolîn dike.

Kelly Frances Fischer, Scott Broughton, Traci L. Newman ile Tatiana Warden lîstikvanên fîlmê ne.

- "Terîqata Cinan a Humrazê"

Cureya fîlmê tirs e.

Serlîstikvanên fîlmê Bahar Gunal, Enver Kurucan û Atakan Teke ne.

Xwendekara arkeolojiyê Tugba terîqata cinan a bi navê Humrazê lêkolîn dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın