15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
Cehtirî nebateke ku li Rojhilatê Anadoluyê, Behra Spî û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwe şîn dibe û kîloya wê 15 lîreyî tê firotan. Him ji bo şifayê û him jî di xwarin û saleteyan de tê bikaranîn.
Ji ber ku kîloya exlamûrê bû 200 lîra etar şûna exlamûrê cehtiriyê difroşin muşteriyên xwe.
Îbrahîm Demirkolê di Bazara Sergirtî a Dîrokî de bi salan e etariyê dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dema zivistan tê welatî tên nebatan dikirin da ku bikelînin ava wan vexwin.
- "Ji her derdî re şifa ye"
Demirkol got ku ji ber ku bihayê exlamûrê zêde ye welatî naxwazin bikirin û wiha dewam kir: "Ji şûna exlamûrê em dibêjin cehtiriyê bikirin. Jixwe welatê me zêde ye jî. Ya rast ji her derdî re şifa ye lê her derê ev nayê zanîn."
- "Tehma wan cuda be jî tesîra wan heman tesîr e"
Hîndekarê Beşa Endazyariya Xurek a Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Îbrahîm Hayoglu jî got ku exlamûr, giyagewrik, cehtirî, pûng, nane ji bo bedena mirovan û sermagirtinê baş e.
Hayoglu got ku cehtirî bi xwe hêşîn dibe û tesîra wê û ya exlamûrê heman tesîr e û wiha dewam kir: "Ji ber ku payîz hat ev nebah zêde tên bikaranîn. Di rojên dawîn de ji ber ku bihayê exlamûrê zêde bû gel nebatên din dikire. Cehtirî ji bo sermagirtinê, bêhntengiyê, taqeta mirovan zêdekirinê gelek baş e û bihayê wê jî erzan e. Em ji ber van sedeman pêşniyaz dikin."