"Şîvedîz" ket nav tehmên bitescîl ên Gazîantebê
Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê ji bo "şîvedîz"a ku bi pîvaz û sîran tê çêkirin, ji Saziya Patent û Marqeya Tirk tescîla nîşankirina coxrafî hilda.
Gaziantep
GAZÎANTEP
Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê ji bo "şîvedîz"a ku bi pîvaz û sîran tê çêkirin, ji Saziya Patent û Marqeya Tirk tescîla nîşankirina coxrafî hilda. "Şîvedîz" li bajêr bi taybetî di mehên nîsan û gulanê da tê çêkirin û pîvazê teze sîr dikeve navê û dibe wek antîbiyotîka siruştî.
Şaredara Bajarê Mezin Fatma Şahînê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku ew wek Gazîantebiyekê ji şîvedîzê pir hez dike.
Şahînê diyar kir, di nav şîvedîzê da pîvazên hêşîn û sîr hene û ji ber wan ev xurek wek antîbiyotîka siruştî ye û wiha dewam kir: "Îro alema tibê jî şîvedîzê tewsiye dike. Di şîvedîzê da him tehm him sihet heye. Me yek jî patenta wê û nîşaneya wê ya coxrafî hilda û wek xurekekî Gazîantebê tescîl kir."
Şahînê bal kişand ku piştî tescîla şîvedîzê hê di rêzê da nêzî 20 berheman hene.
- Şîvedîz
Ev xurek li Gazîantebê di nav xurekên demsalê da ye û di mehên nîsan û gulanê da tê çêkirin. Ji ber ku derbiharê enfeksiyonên grîbal berbelav e, ev xwarin di mehên biharê da ji xurekên jêneger e.
Sîrê teze û cihê spî yê pîvazan bi goştê berxan, nok, mastê daweribandî û hêkan va tê çêkirin û weke antîbiyotîka siruştî ye.