Geyîk hêj zarok bû dest bi çêkirina xwarinan kir. Ji ber ku xwarinên wî zef dihatin ecibandin, bû nanpêjê malbata xwe ya 15 nifûsî. Geyîkê ku ji çêkirina xwarinên herêmî hez dike li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê yek bi yek geriya. Terîfên bi dehan xwarinên xweş bidest xist û ew tahm kirin.
Geyîk, der barê pirtûka xwe de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bilî xwarinên di pirtukê de ne, ew dizane gelek xwarinân din jî çêke. Geyîk wiha dewam kir: " Ez nikarim bibêjim ku 105 terîfên di pirtûka ku min de ne yên kurdan e, lê belê ew hemû xwarinên herêmê ne. Armanca min ew e ku ez restorantekê vekim, xwe pêş ve bibim û tecrûbeyên xwe bi mirovan ve parve bikim."