AGIRÎ
Li welêt êdî sêla sor ket erdê û welatî her tiştên xwe li gor hewaya germ amade dikin. Piştî ketina sêla sor nelên hespan jî tên guherandin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê zivistan zehf sar û bi cemed derbas dibe. Ji ber vê jî welatî zivistanê hespan bi nelên bi niçik ve nel dikin. Gava ku hewa germ dibe û êdî cemed namîne jî nelên hespan diguherînin û nelên hawînê ve hespan nel dikin.
Hasan Turanê ku nelên hespên xwe diguherîne wiha got: "Em di serê çileya pêşîn de hespên xwe bi nelên zivistanê ve nel dikin. Zivistanê hespên me qedera 4 mehan bi wan nelan ve digerin. Gava ku sêla sor dikeve erdê û berf dihele jî em nalên hespên xwe diguherînin û hespan bi nelên havînê ve nel dikin."
Turan ragihand ku debara xwe bi hespên xwe ve dike û wiha got: "Em havînan hespên siwarbûnê bi nelên pen ve nal dikin. Hespên erebeyan jî bi nelên bi niçik ve nel dikin. Em zivistanê hespan zêde dernaxin derve. Bi tenê heftê carê derdixin ku bila xam nebin. Ev nezîkî 4 mehane hespên me di hundir de bûn niha em hespan derdixin û lê siwar dibin û xamiya wan dişkênin. Em hawinê hemû karên xwe bi hespan ve dikin û ji ber vê jî 20 rojan carê em nelên wan diguherînin.