Li Agiriyê Komeleya Huner û Çandê ya Evdalê Zeynikê di awahiya komeleyê de "mala dengbêjan" vekir. Cihê awahiya komeleyê li kêleka mala polêsan a kevin e.
Serokê Komeleyê Fehmî Atmaca di vekirina "mala dengbêjan" de axivî û got: "Çavkaniya kevneşopî ya dengbêjiyê Agirî ye."
Atmaca wiha pê de çû: "Dengbêjî ji Evdalê Zeynikê pê ve heya îro didome. Ji bo ku dengbêjî dewam bike û bigihêje nifşên nû me ev komele damezirand. Armanca komeleyê ew e ku kevneşopiya dengbêjiyê neyê jibîrkirin û wê bi nifşên nû bide nasîn."
Merasima vekirinê piştî ku dengbêjan ji mêvanan re kilam gotin qediya.