AGRI
Komeleya Alîkarî û Çandê ya Agiriyê (AKYAD) dê 17-18ê tebaxê li Agiriyê li ser navê dengbêj û şair Evdalê Zeynikê mihrîcanekê li dar bixe.
Serokê AKYADyê Mehmet Îzcî diyar kir ku bi vê mihrîcane armanca wan ew e ku him Agirî û him jî Evdalê Zeynikê bidin nasîn.
Îzcî diyar kir ku mihrîcanê dê di 17-18ê tebaxê de bê lidarxistin û gelek mêvan dê ji Herêma Kurdistana Îraqê û ji Îranê bên. Di mihrîcanê de konser û sempozyûm dê bên lidarxistin.