26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
KARS
Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepe li Tirkiyeyê ji navendên turîzma zivistanê ye. Kesên ku vê derê ziyaret dikin, ne tenê xwe dişqitînin, li xizangên hespan jî siwar dibin û ji xwe ra digerin.
Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepe ya ku li Sariqamîşa navçeya Qersê ye, di nav navendên turîzma zivistanê da cihekî xwe yê girîng heye. Li der û dorê daristana Sariçamê heye û pîstên wê yên xweşiqitandinê jî dirêj in. Cibiltepe demên dawîn da zêdetir balê dikşîne û turîstên xwemalî û biyanî tênê.
Ji ber ku dibistan tetîl bûne û betlanê ye, malbat zarokên xwe jî hildidin û tên navenda xweşiqitandinê. Ziyaretvan ji aliyekê va xwe dişqitînin, ji aliyekê va jî beşdarî çalakiyên cuda dibin. Li navendê xizangên hespan jî xizmetê dikin û turîstên xwemalî û biyanî lê siwar dibin û digerin.
Xizangên hespan li Sariqamîşê zivistanê bi gelemperî ji bo çûyîn û hatinê û birin û anîna bar tên bikaranîn. Ji bilî van li navenda xweşiqitandinê ji turîstan ra jî xizmetê dikin.
Turîst li vir li xizangên hespan siwar dibin, li navenda kaşûnê û derûdorê digerîn û ji stresa bajêr dûr dikevin. Turîst hewayeke paqij distînin û wextê xwe baş derbas dikin.
Xwendekarê lîseyê yê pola duyemîn Kerîm Gokcanê 15 salî li devera otêlên Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê bi xizanga xwe ya hespan xizmetê dide turîstan. Gokcan hespê xwe bi betaniyê dinixumîne, alifê wî didê û bi vî awayî li benda muşteriyan dimîne.
Gokçanê ku bi xizanga xwe derfeta 3 kilomêtro tûra gerê pêşkêşî muşteriyên xwe dike, diyar dike ku di betlaneya nîvê salê da ew hem xercaneya xwe ya dibistanê derdixe û hem jî xizmeta turîzmê dike.
- "Muşteriyên me ji tûrên xizanga hespan pir xweş in"
Gokcan da bibîrxistin ku li deverê ji berê va xizangên hespan tên emilandin û gelekî li deverê tê û wiha xeberda, "Em bi xizangên xwe muşteriyan digerînin. Em di nava daristanê da û li devera otêlan tûran davêjin. Muşteriyên me dibêjin ku ew ji tûrên xizanga hespan pir xweş in."
Gokcan got ku xizangên hespa bala turîstan dikşîne û wiha axivî: "Piştî ku dibistan tetîl bûn li navendên xweşiqitandinê qerebalix zêde bû, karê me jî baş bû. Di tetîlê de ezê jî her roj werim navenda xweşiqitandinê. Dema dibistan vebin ezê bi tenê di dawiya hefteyê werim, bixebitim."
Gulşen Aslana ku ji Enqereyê hatiye Sariqamîşê ku li xizangên hespê sîwar bibe got ku piştî xweşiqitandinê siwarbûna xizangan xweş e û pêşniyazî her kesî dike.
Mert Delîbaş jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Di nav daristana Sariçamê de li ser berfê xweşiqitandin pir xweş e. Siwarbûna xizangên hespê jî kêfê dide mirov."