Cemal Sargati
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
SILÊMANÎ
Xelkê devera Hewremanê ku bi sinetkarî û hunermendiya xwe tên naskirin dixwazin ku xelkên biyanî jî Kelaşa Hewreman bistînin û ev hunerê kurdewarî belavtir bibe.
Sinetkarê Kelaşa Hewreman ji bo ku berhemên wan bên naskirin û eleqedarî li ser çêbibe dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya wan bike.
Hosteyê Kelaşan Aram Mecîd ku çendîn sal e li Hewramana herêma Silêmaniyê karê duristkirina van pêlavan dike ji bo peyamnêrê AAyê behsa serpêhatiya xwe kir.
Hoste Aram Mecîd, diyar kir ku ew dixwazin arîkariya wan bê kirin da ku Kelaşa Hewraman bi deverên din ên dinyayê jî bide nasandin.
Hoste Aram wiha behsa daxwazên xwe kir:"Em dixwazin Kelaş hinerdeyî derveyî Kurdistanê jî were kirin da ku xelkên din jî wê bi kar bînin. Halê hazir tenê li Herêma Kurdistanê ev pêlav tê lipêkirin."
Herwiha behsa wê yekê kir ku ew bi xwe jî dixwaze di vê projeya nasandinê de bixebite:"Divê Hikûmeta Herêma Kurdisanê û aliyê eleqedar di vê mijarê de arîkariya me bikin."
Wek din destnîşan kir ku ew dixwaze Kelaşan bi şêwazekî nû jî durist bike û wiha pê de çû:"Me berê Kelaş bi awayekî hişk çêdikirin. Lê îdî ji bo avakirina deveran çîmento û seramîk tên bikaranîn. Loma divê em îdî malzemeyên nermtir di duristkirina wan de bi kar bînin."
- Dixwaze bo Ronaldo Kelaşê çêke
Hoste Aram behsa xeyalên xwe jî kir û got ew dixwaze ji bo yarîzanên wek Cristiano Ronaldo û Lionel Messi jî solan çêke:
"Ez dixwazim Kelaşên Hewraman ji bo Messi û Ronaldo durist bikim. Min berhemên xwe bi rêya filmekî ji wan re jî şand."