Navçeya Oltuya Erzorimê Kevirê Oltuyê ya ku wek "kehrîbana reş" tê zanîn, piştî ku ji madenê tê derxistin bi awayekî baldar tê biriqandin. Kehrîban li gor daxwazê zîv an jî zêran ve tê xemilandin û di nav destên hosteyan de an dibe tizbî û gerdanî, an jî dibe tiştên xemilandinê yên din.
Gundî li Oltuyê bi çakuç an jî tiştên din ve ji bin erdê keviran derdixin. Piştê kevir tê derxistin hoste van keviran dişkînin û şiklekî gilover didin keviran.
Gelek caran mişterî tizbiyan bi zîv dixwazin, lê hin caran tizbî bi zêr ve tê xemilandin û moriyên wê yek bi yek tê biriqandin. Piştê van kar û baran morî bi ta re tê derbaskirin û di mixazeyan de ji bo firotinê cih digre.
Kevirê oltuyê ji bilî tizbiyê dibe gustîl, gerdanî, guhar û kilîddank. Bihayê wê jî diguhere, hin caran heta hezar lîreyî jî tê firotan.
Îhsan Çelîkê ku 20 salane bi çêkirina kevirên Oltuyê ve mijûl dibe diyar kir ku ji bo vî karî makîne nayên bikaranîn û wiha axivî: "Mirov bi destan erdê dikolin û derdixin. Rojê ancax kîloyekî dikarin derxin. Hin caran jî qet dernakeve."