Aişe Hümeyra Bulovalı
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Juriya pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan Istanbul Photo Awards a sala 2023yan diyar bû û organîzasyon ji alî Ajansa Anadoluyê va ev cara 9emîn e, tê lidarxistin.
Di juriya îsal da çêker û wênekêşê National Geographicê Ami Vitale, nûçegihanê wêneyan Carol Guzy, nûçegihanê wêneyan û endamê ajansa NOORê Yuri Kozyrev, nûçegihanê wêneyan ê The Globe and Mailê Goran Tomasevic, vebêjê dîtbarî Marion Mertens, şêwirmendê medyaya dîtbarî Michel Scotto, sernûçegihanê wêneyan ê sporê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, nûçegihanê wêneyan Ahmet Sel û Derhênerê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Firat Yurdakul cî digirin.
Agahiyên berfirehtir ên der heqê endamên juriya pêşbaziyê da li ser navnîşana http://www.istanbulphotoawards.com"ê cî digire.