Çand û huner

Hosteyê teqawîdbûyî 9 enstrumanan çêdike

Hoste Alî Riza Gokçan: "Di mûzîkê da stres tune. Ez vî karî bi hezkirin dikim."

Türkan Tosun  | 14.10.2020 - Rojanekırın : 17.10.2020
Hosteyê teqawîdbûyî 9 enstrumanan çêdike

Bingöl

 Hostayê torna teswiyeyê yê teqawîdbûyî Alî Riza Gokçanê ku li Bîngolê dijî di atolyeya binê mala xwe da 9 cure enstrumanan çêdike.

Gokçanê 65 salî hê zarok bûye çûye Stenbolê û 43 salan karên torna teswiyeyê kiriye 8 sal berê teqawîd bûye.

Gokçan piştî teqawîdbûyîna xwe ziviriye memleketê xwe Bîngolê û di binê mala xwe da atolyeyek ava kiriye ku niha dema xwe li wir bi çêkirina enstrumanan va derbas dike.

Ji ber ku eleqeya wî bi muzîkê ra heye Gokçan 8 sal e tembur, kemane, keman, zirne, mey, balaban, fîq, bilûr û defan çêdike.

- "Di mûzîkê da stres tune"

Gokçan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mêla wî li ser mûzîkê heye ji ber vê piştî teqawîdbûyînê wî biryar daye ku enstrumanan çêbike.

Hoste Gokçan wî atolyeyek amade kiriye û 8 sal e enstrumanan çêdike û wiha axivî: "Di mûzîkê da stres tune. Ez vî karî bi hezkirinê dikim. Min tu perwerde hilnedaye, xwebixwe ez hîni çêkirina enstrumanan bûm. Ez bi amatorî dikarim hemû enstrumanan bixim û bijenim."

Gokçan got ji ber şewba koronayê ew nikare here tu derê ji ber vê wextê xwe bi çêkirina enstrumanan derbas dike û wiha pê da çû: "Dema ez dikevim atolyeyê stres bi min ra namîne. Ez xwe di nav aramiyê da hîs dikim. Ez vî karî ji bo pereyan nakim, ji xwe zêde nayê firotin. Ez 100 lireyî xerc dikim, 50 lireyî qezenc dikim. Armanca min qezenckirina pereyan nîne. Car heye salê tenê 2 esntrumanan difroşim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın