Hat diyarkirin ku li Avahiya Julîen's Muzayedeyê ya li Los Angelesê, di çarçoveya bernameya "Îkon û Îdolan: Rock n'Roll" cil û berg û eşyayê hunermend û stranbêjên navdar hatin firotin.
Kiryaran alaqeyeke mezin nîşanî cil û bergên Madonna da.
Li ser înternetê bûkaniya hunermenda navdar a ku di sala 1985an de li xwe kiribû bi 81 hezar û 250 dolaran hat firotin. Herwiha çakêtê hunermendê yê ku di fîlma "Desperately Seekîng Sûsan" de li xwe kiribû bi 252 hezar dolaran û guharên wê jî bi 34 hezar û 375 dolaran hatin firotin.
Fistanê ku Madonnayê di fîlma "Evîta" de li xwe kiribû bi 15 dolaran, cil û bergên ku di klîba sitrana "Materîal Gîrl" de jî li xwe kiribû bi 73 hezar û 125 dolaran hat firotin.
Li ser malperê eşyayên hunermend û navdarên din jî hatin firotin. Hat diyarkirin ku berçavkên John Lennon 25 hezar dolaran û gustîla Elvîs Presley jî bi 57 dolaran hat firotin.