ŞANLIURFA
Aşxaneya Saziyên Dildar a ku 23 sal berê bi destê 5 karsazên xêrxwaz va hat avakirin, di rojiyê da hewl dide ku bigihêje kesên mihtac.
Aşxane bi salan e alîkariya xurekê dike û rojane xwarinê dide 10 hezar kesî.
Li Aşxaneyê melzemeyên xwarin û xurekê û cil û berg bi destê xêrxwazan tên temînkirin.
Midûrê Aşxaneya Saziyên Dildar Ahmet Nacî Halhalli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 23 sal in li bajêr alîkariyê didin kesên feqîr û wiha got: "Berê me salê 8 mehan xwarina germ dida, lê niha 12 mehan jî xwarina germ didin. Bi saya xêrxwazan em jî ji yên mictac ra dibin alîkar."
Zubeyde Cana ku bi salan e ji aşxaneyê îstifade dike diyar kir ku jinebî ye û got bi saya aşxaneyê zarokên xwe xwedî dikim.