ÎSTANBUL
Hat diyarkirin ku hunermed Kenan Işik hê li nexweşxanê di bêşa nexweşiyên giran de ye û rewşa wî ne baş e. Duh hunermend Kenan Işik li erdê ketibû û xwîn ketibû li ser mêjiyê wî.
Kenan Işik duh li Balmamcuyê li otelêkê dema spor dikir li erdê ketibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Amerîkanê. Nexweşxanê daxuyaniyek da û li ser rewşa Kenan Işik wiha hat gotin:
"Kenan Işik di saet 14.29an de ji ber travmeyeke mêjî anîn beşa acîlê a nexweşxaneya me. Li gor nirxandina me kir xwîn ketiye li ser mêjiyê wî û me jî derhal ew emeliyat kir. Tedawiya wî dewam dike û xetera mirinê hê jî dewam dike."