AFYONKARAHÎSAR
Endamê Hîndekariya Konservatûara Dewletê ya Zanîngeha Afyon Kocatepeyê (ZAK) Doç. Alk. Servet Yaşar ji bo xemxwariya memleketê xwe li taxên Diyarbekirê geriya û Qewlikên (helbestên ku dîtin û ramana Elewî û Bektaşiyan tînin ziman) Elewiyan berhev kir û jê albumek pêk anî.
Yaşar di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê de got ku wî bi xebata tezeke lîsansa bilind ve dest bi serpêhatiya berhevkirina qewlikên elewiyan kir.
Yaşar diyar kir ku mijara tezê, "Di Çanda Gel de Hêmanên Muzîkê ya Gundê Heciyan ê Bismîla Navçeya Diyarbekirê" ye û wî dema ku li ZAKê dest bi wezîfeyê kir li bajarê Afyonkarahîsarê der barê Muzîka Gelî ya Tirkan de du xebat kir û wekî berhemeke çandî pêşkêşî gelê bajêr kir.
Yaşar destnîşan kir ku wî xwest xebateke bi heman rengî li welatê xwe yê ku lê hat dinê jî çêbike û wiha domand:
"Her çiqas hersal nebe jî 3-5 salan carekê ji ber sedemên cuda cuda ez diçim Diyarbekirê. Di ziyaretên min de 'cemgirtin' jî hebû. Her ku ez diçûm min didît ku hêmanên çanda baweriya van mirovan nêzîkî jibîrkirinê dibe. Sedema vê yekê ya sereke, çanda populer e. Ez wisa bawer dikim ku têlevîzyon mirovan hepsî malan dikin û ji çanda baweriyê dûr dixin. Di sala 2006an de li Bismîlê der barê qewlikan de xebata min a tezê çêbibû. Lê dema ku ez 2010an de hatim Diyarbekirê, bi rastî jî min dît ku ev qewlik hema bê nemane. Ew deng hatine jibîrkirin. Kesên ku ev qewlik digotin an mirine an jî barkirine çûne cihekî din."
- Fînansmaniya projeyê zanîngehê da li ser milên xwe
Yaşar bal kişand ku ew li taxên Diyarbekirê yên ku niştecihê wan herî zêde elewî ne geriya û xebata berhevkirina qewlikan kir û mesrefê projeyê jî Şaxa Kordînasyona Projeyên Lêkolînên Zanistî ya ZAKê da.
Yaşar diyar kir ku wî qewlik berhev kirin û jê albumek pêk anî û wiha dewam kir: "Min xwest ku ez deynê wefayê yê welatê xwe bidim. Di heman demê de ev projeyeke xemxwariya civakî ye jî. Ji ber ku tenê di nava 10 salên kurt de jî ev çand tûşî erozyonê tê. Ez wisa difikirim dema ku ev albuma bi navê 'Qewlikên Elewiyan ên Diyarbekirê' gihîşt ber destê jenerasyona nû dê gelekî şaş û metel bimînin."