03 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
MARDÎN
Mêrdîna ku bi şevan dibe bajarê stêrkan û dîmenên ciwan bi kombînasyona mîmarî û tebîetê li ber çavan radixîne bi berfa zivistanê wek bûkekê xemilî.
Berfa ku zêde li bajêr bariya avahiyên tarîxî yên li bin berfê danê şevê bi xweşitiyeke cuda derketin ber çavan.
Mêrdîn bi camî, medrese, qebristan, cade, mal, muze û qeleya xwe geştiyarên xwe sêhrî dike û bi pênaseya "Rojan seyranî, şevan gerdenî" meşhûr e. Mêrdîn bi barîna berfê re û şeva xwe ya taybet re menzereyên şayanê temaşeyê li ber çavan raxist.
Spîtiya berfê sikakên teng û mîmariya tarîxî ya bi nirxê bilind tê zanîn merivan derdixîne rêwîtiyeke tarîxî.
Qeleya Mêrdînê, Medreseya Qasimiye, Camiya Mezin û gelek avahiyên din bi şevê hatin ronîkirin û dîmenekî ciwan pêşkêşî temaşekerên xwe kirin.