Di wêjeya kurdî ya devkî de Evdalê Zeynikê dengbêjekî bi nav û deng e û wek "Homerosê kurdan" tê nasîn. Bi salan e li Agiriyê û li bajarên din dengbêj wî wek mamoste dihesibînin û ew hîn jî wek efsane bi wan re dijî.
Lêkolîner û nivîskar Ahmet Aras di nav 20 salan de çûye bajarên ku Evdalê Zeynikê geriyaye û li wan deran der barê çanda kurdan de lêkolînên kûr kirine. Aras dibêje ku Evdalê Zeynikê navekî pir girîng e. Li Agiriyê û li bajarên din ji ber ku kevneşop, edet û jiyana gel vegotiye di nav gel de wek dengbêjekî ezîz û birûmet tê hesibandin.
Aras daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew 20 salan gund bi gund, bajêr bi bajêr geriyaye û kesên ku Evdal dîtine re axiviye. Aras wiha got:
"Ez 20 salan çûm bajêr û gundên ku Evdalê Zeynikê lê geriyaye. Li Rojhilata Andoluyê cihê ku Evdal lingê xwe neavêtiyê nemaye. Di serî de hemû navçeyên Agiriyê û bajêrên din geriyaye. Ez jî çûm li wan deran û gav bi gav li wan deran geriyam. Min bi kesên ku wî ditine û wî naskirine dît û der barê jiyana Evdal de agahî ber hev kir û wan agahiyan kire pirtûk. Li van deran kesên ku wî nas nakin tunene. Di jiyana gelê kurd de cihekî wî yê taybet heye. Evdalê Zeynikê di wêjeya kurdî ya devkî de, di hunera dengbêjiyê de kesekî tekane û girîng e. Di nav kurdan de bûye efsane û dengbêjên din jî rêya wî dişopînin. Evdal di salên 1800an de li gundê Cemalverdîya li ser navçeya Tutaxê ya Agiriyê hatiye dinyayê û 110 sal emir kiriye. Dengbêjiya Sûrmelî Memed Paşayê ku di wê demê de begekî navdar e kiriye. Hemû rastiyên jiyanê kiriye kilam. Der barê her meselê de kilam çêkiriye. Evîn, mirin, bêrîkirin, aştî, siyaset û hwd. di gelek mesleyan de kilam çêkiriye. Ji bo vê di nav civakê de hatiye hezkirin û wek ji wan yek hatiye hesibandin. Hîn jî di dawetan de, şîn û şahiyan de kilamên wî tên gotin."
Aras ragihand ku dema Evdal bûyerek dîtiye, dikaribûye di nav çend deqîqeyan de der barê wî bûyerê de kilam û stran çêke. Aras wiha dewam kir:
"Evdal dikaribûye ku pir baş teswîran bike û li ser gel tesîreke mezin çêkiriye. Hemû xweşikî û tiştên ku dîtine kiriye kilam. Şerên di nav eşîran, keçik revandin, doza xwînê û di gelek babetan de kilam gotiye. Şêwaza wî pir tesîrdar e. Wî dişîbînin helbestvanê Yûnan û nivîskarê İlyada û Odessayê Homeros. Wek Homerosê kurdan tê naskirin. Sedema vê jî ev e ku Homeros jî qerax û bajarên Derya Spî digere û hûnera xwe dihone. Homeros kor e û di wêjeya Yûnan de xwedî cihekî taybet e. Evdal jî li Serhedê Agirî, Qers, Îdir, Mûş, Erzirom, Wan, Diyarbekir û Dêrsimê geriyaye. Di 70 saliya xwe de kor bûye û 7 sal kor maye. Qulingeke baskşikestî 7 salan hevaltiya wî kiriye. Evdal baskên wî cebirandiye û bi wî re rabûye, rûniştiye û kilam gotine. Quling baş bûye lê dîsa jî terka Evdalê Zeynikê nekiriye. Piştî ku çavên Evdal baş bûne û vebûne quling firiyaye û çûye. Ji bo vê dema ku wêneyên wî çêdikin her tim qulingekî jî bi wî re çêdikin."
"Evdalê Zeynikê pîrê dengbêjên îroyîn e"
Aras diyar kir ku dengbêjên îro Evdalê Zeynikê dişopînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Evdalê Zeynikê pîrê dengbêjên îroyîn e. Hemû wek wî di meqama wî de kilaman dibêjin. Şewaza wî pir tesîrdar e. Mesela Reso û Şeroyê Biro hema hema wek wî bi kelecan û coşa Evdalkilam gotine. Evdal di nav kurdan de navekî kevneşop e. Lê ev nav di heman demê de ji bo hêsîriyê, perîşaniyê û feqiriyê jî tê bikaranîn. Ji bo vê Evdal di gelek kilamên xwe de gotiye 'Ez Evdal im Evdal". Kilamên ku Evdal herî zêde jê hezkirine û gotine kilama Kozan û Dêrsim e. Ji bo Evdal herdu kilam pir girîng e."