LENKERAN, ÎZMÎR, VÎLLACH
Di pêşbirkên amadekariyê de Fenerbahçeyê reqîbê xwe têk bir, Beşîktaş û Galatasaray jî bi reqîbê xwe re beramber man.
Fenerbahçeyê reqîbê xwe têk bir
Fenerbahçe bi tîma Azerbaycanê Hazar Lankeran re hat hemberê hev. Di pêşbirka amadekariyê de Fenerbahçeyê Hazar Lankeran 4 û 0 têk bir.
Di deqeya 4emîn de Kadlec û di deqeya 44emîn de jî Webo gol avêt û Fenerbahçeyê di nîva ewil de bi tenê 2 gol avêt. Di nîva duyemîn de jî ji Fenerbahçeyê 2 gol hatin. Di deqeya 89emîn de Mehmet Topuz di deqeyên demdirêjiyê de jî bi gola Merreles, Fenerbahçeyê pêşbirk 4 û 0 qedand û reqîbê xwe bi vê skorê têk bir.
Pêşbirk ji aliyê nêzî 15 hezar alîgiran ve hat temaşekirin.
Galatasarayê jî heta niha 3 maç kirin û di nav van maçan de cara ewil beramber ma.
Galatasarayê di pêşbirka ku bi tîma Malagaya Îspanyayî re kir, 3 û 3 beramber ma.
Galatasarayê nîva ewil a pêşbirkê bi golên Sneîjder û Drogba 2 û 1 li pêş qedand.
Di deqeya 58emîn a nîva duyemîn de jî Malagayê gola beramberiyê avêt û skor bû 2 û 2.
Di deqeya 73emîn de Dany qerta sor dît û ji ber faûla wî penaltî hat dayîn û bi lêdana Dûda, Malaga 3 û 2 bi pêş ket.
Di deqeya 90emîn de bi gola Colîn Kazim, Galatasarayê beramberî wergirt û pêşbirk jî 3 û 3 qediya.
Beşîktaş jî di amadehiyên xwe yên sezona nû de bi tîma Shalke 04ê ya Almanyayê re hat hemberê hev.
Di nîva dûyemîn de Schalke 04ê di deqeya 57emîn de bi gola Draxler, li hemberê Bêşîktaşê 1 û 0 bi ser ket.
Beşîktaşê piştî vê golê hemleyên xwe zêde kirin û di deqeya 67emîn de bi gola Franco, beramberiyê bi dest xist û skor bû 1 û 1
Ji bilî van golan di pêşbirkê de tu gol nehat avêtin û maç bi vê skorê bi dawî bû.