ANKARA
Dadgeha Bilind a Rojhilatê (Østre Landsre) hukim kir ku Roj Tv ji PKKyê piştgiriyê digire û lîsansa MMC, Nûçe TV û Roj Tv jî di nêv de hemû qenalên aîdê şirketa Weşangeriya Mezopotamyayê û Roj TV A/Sê betal kir.
Bi hinceta ku di navbera salên 2007 û 2010an de propagandaya terorê kiriye li serê her şirketekê 5,2 milyon kronê Danîmarkayê ceza hat birîn.
Ji parêzerên Roj TVyê Bjorn Elmquist îdia kir ku doz bi temamî dozeke siyasî ye. Elmquist got ku divê muwekîlên wî ji vê biryarê bên safîkirin.
Şirket encax piştî ku cezayê pereyan bidin, dikarin li hember biryarê îtiraz bikin.
Çavkaniyên dîplomatîk jî biryara dadgehê piştrast kirin.
Doza der heqê Roj TVyê de di sala 2005an de dest pê kiribû. Dadgeha Bajara Kopenhangê di kanûna paşîn ya di sala 2012an de Roj Tvî ji ber ku bi peran piştgiriya PKKê dike sûcdar dîtibû û cezayê pereyan dabû Roj TVyê. Di îlona 2012an jî 8 kesên ku bî piştgiriya PKKê dihatin tawanbarkirin, hatin girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat bibîrxistin ku hem meqama parastinê hem jî meqama îdiayê ji ber biryara dadgehê ya di 10ê kanûna paşîn ya 2012an çûbû temyîzê. Dadgehê biryara xwe ya dawîn de lîsansa ROJ TVyê betal kir û mafê ROJ TVyê yê bêmawe weşanê jê stand. Tirkiye ji ber biryara dadgeha Danîmarkayê kêfxweş e.