Volkan Kaşik
23 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2022
Ji çar aliyê dinyayê ra qeysiyên hişkirî bi piranî ji Meletiyê tên temînkirin û li bajêr niha jî berhevkirina qeysiyan dest pê kiriye û bi pakêtan ji welatên Ewropa û çar aliyê dinyayê ra tên şandin.
Li seranserê Tirkiyeyê nêzî 22 milyon darên qeysiyan hene û ji wan nêzî 9 milyonî li bajarê Meletiyê ne.
Qeysiya Meletiyê ku jê ra mişmiş jî tê gotin û ji alî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi nîşaneya erdnîgariyê ya Tirkiyeyê va hatiye pesendkirin ber bi derva va tê îxrackirin.

Qeysiyên ji alî maleyan va bi zor û zehmetî tên berhevkirin li tesîsên herêmê ji hev tên cihêkirin û gotî mezinahiya xwe tên pakêtkirin û di embarên sar da tên bicîkirin.
Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan daxuyanî nûçegihanê AAyê û got ku qeysiyên li herêmê tên berhevkirin li tesîsên herêma pîşesaziya organîze bo îxrackirinê tên amadekirin û wiha domand: "Qeysiyên me yên li vê derê tên berhevkirin ji bo li markêtên dervayî welêt bi rihetî bên firotin tên amadekirin. Me sewqiyata ewil şand û bi taybetî jî li Almanyayê niha firotina qeysiyên me dest pê kir."
Ozcan destnîşan kir ku ew hêvî dikin îsal bi bergîdana 20 tonî qeysî bê berhevkirin.