Mert Davut
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di nîsanê da mehane ji sedî 4,18, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 3,17 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 32,37, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 28,59.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha nîsanê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 32,43, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 26,48 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 4,18, YÎ-UFE ji sedî 3,17 zêde bû.
TUFE di nîsanê da li gor berfanbara par ji sedî 14,64, li gor heman meha par ji sedî 32,37 zêde bû.