İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
ANKARA (AA) - Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak zêdebûna endeksa pêbaweriyê ya aboriyê nirxand û ragihand ku ew ê sala 2020î bi vê performansê bidomînin û saleke din vê performansê pir zêdetir bikin.
Albayrak li ser hesabê xwe yê Twitterê zêdebûna endeksa pêbaweriyê ya aboriyê ya meha hezîranê nirxand.
Wezîr Albayrak wiha got, "Pêbaweriya aboriya Tirkiyeyê zêde dibe. endeksa pêbaweriyê ya aboriyê di nîsanê da 51,3 bû, di gulanê da derket 61, 7, di hezîranê da jî derket 73,5an. Înşeallah em ê sala 2020î bi vê performansê bidomînin û saleke din vê performansê pir zêdetir bikin."