ÎSTANBUL
Saziya derecekirina puanên krediyê Moods'ê puanê krediyê yê Yewnanistanê ya di asta "Caa1"ê de daxist asta "Caa2"yê û bergeha welêt di negatifê de hişt.
Li ser malpera fermî ya Moody'sê daxuyanî hat weşandin û hat ragihandin ku puanê Yewnanistanê ji asta "Caa1"ê daxist asta "Caa2"yê û derecek hat daxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo daxistina puan, Yewnanistan ji 6ê Sibata 2015an heta niha tê teqîpkirin û nediyariyên hikûmeta Yewnansitanê ya der heqê lihevkirina krediyê de zêde dibe. Heke lihevkirin pêk bê jî sepandina bernameyê ji ber talûkeya rewşa polîtîkay navxweyî bi rîsk e."
Hat destnîşankirin Yewnanistan heke ji temerrutê xilas nebe dibe ku ji Herêma Eûroyê derbikeve.
Berê jî S&P û Fîtchê puanê Yewnanistanê daxistibûn.