Haydar Şahin
28 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Hat ragihandin ku ew ê li Bîngolê ji bo havîna 2019an 41 zozanan bidine kirê.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Serokatiya Komisyona Zozanan a Bajêr ew ê havîna 2019an 41 zozanên ku hat tesbîtirin ji hewcedariyê zêdetir in ji bo çêrandina heywanan bide kirê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hemû karên kirêkirinê û pîlankirina çêrandina zozan û qişleyan di destê Komisyona Zozanan a Bajêr da ye, rayeya şaredarî an mixtariyan tune ku van deran bidin kirê û wiha hat gotin: "Koçer ew ê li gor belgeya kirêkirinê ya ku ji Komisyona Zozanan a Bajêr sitandine heywanên xwe biçêrînin, ji cisn û hejmara hatiye eşkerekirin cuda heywanan neynin van deran. Dîsa kesên ku herêm kirê kirine nikarin heqê kirê dewrî kesên din bikin."
Hişyarî hat dayîn ku kesên bê destûr erdê biçêrînin, li ciyên ji çêrandinê ra hatine qedexekirin heywanan biçêrînin, kesên ji kapasîteyê zêdetir heywanan bînin herêmê, ciyê kirê kirine ji kesên din ra kirê bikin ew ê ji bo her heywanî 3 qat zêde ceza bidin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên dixwazin têkevin îhaleyê dikarin ji Midûriyeta Cotkarî û Daristanan a Bajêr şertnameyê bistînin.