ÎSTANBUL
Serokê TUSÎADê Muarrem Yilmaz got: "Li gor analizên ku me kirin, heke li herêmê aramî zêde bibe û herêm dewlemend bibe, wê demê ev yek dê piştgiriyê bide pêşveçûn û mezinbûna Tirkiyeyê jî.
Serokê Komelaya Karsaz û Pişesazên Tirk (TUSÎAD) Muharrem Yilmaz diyar kir ku bawer dikin heke li Şernex, Cizîr, Colemêrg û bajarên din yên herêmê çêkirina rê û balafirgehên nû zêde bibe û fersendên ragihaştin û ragihandinê bên xurtkirin dê teqez pêşeroj baştir û geştir bibe û wiha dewam kir: "Li gor analizên ku me kirin, heke li herêmê aramî zêde bibe û herêm dewlemend bibe, wê demê ev yek dê piştgiriyê bide pêşveçûn û mezinbûna Tirkiyeyê jî."
Li gor daxuyaniya TUSÎADê, di kovara weşanê ya komaleyê Goruşê de vê hefteyê li ser "pêvajoya aştiyê û pêşketina herêmî" hat sekinandin.
Yilmaz da zanîn ku civîna TUSÎADê ya li Cizîrê, li giştiyê welêt deng veda û hemî kesî piştevanî da vê civînê. Yilmaz wiha dewam kir: "Dîsa derket holê ku ji bo yekîtî û yekbûna welêt pêşveçûna aborî jî pir girîng e."
Yilmaz dest nîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê qezenca herî mezin bêdengkirina çekan e û wiha pê de çû: "Em hêvîdar in ku êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan zêdetir hewl bê dayîn û di demeke nêz de jî ev pirsgirêk dê bê çareserkirin."