Abdullah Tel
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Dolar/TL bi daketinê dest bi rojê kir û heta 5,6985an daket û paşê jî di merheleya 5,70yî da kêm û zêde dibe.
Ji serê hefteyê vir va dolar/TL ber bi asta kêmbûnê va dadikeve, duh êvarê piştî borsa hat girtin xebera ku Qeter wê li Tirkiyeyê veberhênaniyeke bi 15 milyar dolarî bike hat û li ser vê dolar heta 5,8580yî daket û ji sedî 7,2 kêm bû û herî dawîn roj di asta 5,9039an da temam kir.
Dolar/TL îro heta 5,6985an daket û saet dora 09.45an şûn va li gor roja berê ji sedî 3,5 kêm bû û di merheleya 5,70yî da kêm û zêde bû.
Pispor dibêjin ku heke dolar ji 6 lireyî derbas nebe û di bin da be daketin wê demê wê zûtir be û heta 5 lireya rêya wê heye.