Türkan Tosun
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Bihayê dolar serê sibê daket lê niha di asta 6,4380 lireyî da sekinî.
Daneyên aboriya Tirkiyeyê duh eşkere bûn. Li gor van daneyan di çaryeka duyemîn a salê da aboriya Tirkiyeyê ji sedî 5,2 mezin bû.
Piştî eşkerekirina daneyan bihayê dolar heta 6,43yî kêm bû.
Duh bihayê dolar ji sedî 0,79 zêde bûbû û bi 6,4607î va roj temam kiribû.
Îro serê sibê jî bihayê dolar kêm bû, lê ji saet 10.05an pê va ji sedî 0,33 kêmbûnê va dolar di asta 6,4380yî da sekinî. Di heman deqîqeyan da ewro bi 7,4915 lireyî, sterlîn jî ji sedî 0,12 kêm bû û bi 8,4090 lireyî tê firotin.