29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2016
ANKARA
Komisyona Tespîta Mehaniya Herî Kêm bi Serokatiya Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu li Eywana Reşat Moraliya wezîrtiyê civiyan.
Di civînê da heyeta Turk-Îş bi serokatiya Sekreterê Perwerdehiya Gişkî Nazmî Irgat li ser navê xebatkaran û heyeta TÎSKê jî bi serokatiya Endamê Lijneya Rêveberiyê Metîn Demir cih girtin.
Muezzînoglu diyar kir ku di civînê da ji bo dayîna biryareke ku dilê her aliyî xweş bikin bidin hewl dan û lê digel vê ji ber ku aliyê karkeran îmze nedan jî xemgîn bûn.
Di civînê da bruta mehaniya herî kêm a sala 2017an bû hezar û 777 lire ya safî jî bû hezar û 404 lire hat ragihandin ku mehanî ji sedî 8 zêde bû û ev reqam ji bo seranserê sala 2017an e.